Nîsan 05, 2022 22:11 Asia/Tehran
  • Felaket ji bo werzişa haltera Qazaxistanê

Testa dopîngê ya şeş weznehilgirên Qazaxistanê erênî derket.

Li gorî rapora IRNA`yê, testa dopîngê ya 6 halterhilgirên Qazaxistanê pozîtîf derketiye ku di nav wan de xwediyê madala olîmpîkê û du şampiyonên cîhanê jî hene.

Igor Sun, xwediyê madala tûnc a Olîmpêka Tokyo 2020, yek ji weznehilgirên Qazaxistanê ye. Du werzişvanên din jî par di kategoriya ciwan û nûciwanan de bûn şampiyonê cîhanê.

Federasyona weznehilgiriyê ya Qazaxîstanê di daxuyaniya xwe ya kurt a derbarê dopîngê de behsa madeyên qedexekirî yên ku werzişkarên vê welatî bikaranîn nekiriye.

Yek ji şeş halterên Qazaxistanê ku di beşa 61 kîlogramî de di pêşbaziyê beşdarî kiribû, berî niha li Şampiyoniya Cîhanî ya Ciwanan a 2015`an ji ber dopîngê medala zêr ji dest dabû û 7 meh cezayê beşdarînekirina di pêşbaziyan de lê hatibû birîn.

Serepeyv