Nîsan 04, 2022 11:12 Asia/Tehran
  • Serie A'ya Îtalyayê: Înter Mîlanê serkeftineke dijwar li hemberî Juventusê bi dest xist

Înter Mîlanê bi serketina 1-0 a roja Yekşemiyê li hemberî Juventusê bi saya penaltiya bi gengeşe rêza xwe ya sêyem parast û hema wisa sê puenan piştî AC Mîlanê ye ku di rêza yekem da ye.

Tîma fûtbala Înter Mîlanê roja Yekşemiyê di pêşbirkeke dijwar da û di pênc deqîqeyên dawiya nîveka yekem bi derba penaltiyê ya Hakan Çalhanoglu karî li tîma Juventusê li werzişgeha wê ya Allianzê têk bibe.

Bi vê encamê Înter Mîlanê rêza xwe ya sêyem parast û navbira xwe di gel Juventusê bi qasî 4 puenan zêdetir kir.

Piştî piştî wê yekê dest pê bû ku stranbêjê îtalî-ukraynî strana John Lennon a bi navê "Bisêwirîne" ji bo pêkhatina aştiyê li Ukraynê pêşkêş kir. Lê pêşbirk derdem bi awayekî qirêj û bi teklên tund hat domandin.

 

Serepeyv