Nîsan 01, 2022 22:52 Asia/Tehran
  • Ji bo Kupa Cîhanî pişke hat kişandin: Îran, Amerîka û Inglîz di komekê da ne

Merasima pişkekişandina Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê bi beşdariya nûnerên fûtbala Îranê û du kesayetiyên navneteweyî yanî îranî yanî Elî Dayî û Mehdî Mehdevî Kiya li Dohaya Qeterê cih hat.

Kupa cîhanî ya Qeterê dê ji 20ê Mijdarê heta 7ê Kanûna 2022an were lidarxistin.

Li gorî pişkekişandina îro, tîma neteweyî ya fûtbala Îranê di gel tîmên Amerîka û Inglîzê û serketiya pêşbirka Play-Off'ê navbera Skatlend-Welz/Ukraynê di koma duyem da cih girt.

Tîma Îranê di pêşbirka xwe ya yekem da dê biçe pêşberî Inglîzê.

Ev in 8 komên pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Qeterê:

Koma Yekê:

Qeter, Êkvador, Senegal, Holend

Koma Duyem:

Inglîz, Îran, Amerîka, serketiya Play-Offê (serketina Skatlend-Ukrayn/Welzê)

Koma Sisêyan:

Arjantîn, Erebistana Siûdî, Mekzîka, Polend (Lehistan)

Koça Çarem:

Fransa, Danîmark, Tûnis, serketiya Play-Off'ê (Imarat, Australya, Pêrû)

Koma Pêncem:

Spanya, Almanya, Japon, serketiya Play-Off'ê (Zîlanda Nû û Kosta Rîka)

Koma Şeşem:

Beljîka, Merakeş, Kanada, Krowasî

Koma Heftem:

Brezîl, Sirbistan, Swîs, Kamêrûn

Koma Heştem:

Portegal, Xena, Orogûe, Koreya Başûr

 

Serepeyv