Nîsan 01, 2022 10:09 Asia/Tehran
  • FIFAyê Elî Dayî ji bo alîkariya bo pişkekişandina Kupa Cîhanî ya Qeterê vexwend

Roja Înê, 1ê Nîsana 2022an, Elî Dayî kapîtanê berê yê tîma neteweyî ya fûtbala Îranê û baştirîn fûtbalîstê Asyayê di sala 1999an da, hevrê di gel Kafu qaremanê Kupa cîhanî ya FIFAyê ji Brezîlê û Lotar Matiyûs (Lothar Matthäus) ji Almanyayê dê beşdarî pişkekişandina Kupa Cîhanî ya Fûtbalê ya Qeter-2022an bibin.

Lîsteya tam a alîgirên wan jî dê pêkhatî ji Adil Ehmed Malullah ji Qeterê, Bora Mîlûtînovîç ji Sirbistanê, Cêy Cêy Okoça (Jay-Jay Okocha) ji Nîjeryayê, Rabe Madjer ji Cezayîrê û Tîm Kîhîl (Tim Cihill) ji Australyayê be.

Ev rûdan dê îro saet di 18an da li pêşangeh û navenda komcivînan a Dohayê were lidarxistin.

 

 

Serepeyv