Adar 31, 2022 19:21 Asia/Tehran
  • Cejna Newrozê ya Muzîka Kurdî; Hunera komên etnîkî yên Îranê

Hevdem ligel cejna Newrozê, çaremîn Festîvala Netewî ya Muzîka Kurdî bi beşdariya 12 girûpên navçeyên kurdnişîn ên Îranê, bi dirêjahiya 3 rojan li bajarê Banê yê ser bi parêzgeha Kurdistana Îranê ve birêve diçe.

Li gor nûçeya Iran Press; Koma Çalak a Banê di çaremîn Festîvala Muzîka Kurdî ya Îranê de bû yekemîn; Bi sedan rêwiyên Newrozê û herwiha geştyarên bajarê Baneyê li vê çalakiya çandî-hunerî ya Kurdî temaşe kirin.

Beşeke girîng ji dîroka mûzîka Îranê ji mûzîka navçeyî û etnîkî pêk hatiye û mûzîka navçeyî li her deverekê çand, urf û hunera xelkê wê deverê nîşan dide.

Hêjayê gotinê ye ku hemû pêkhateyên etnîkî yên îranî xwediyê mûzîka xwe ya taybet in û di vê navberê de muzîka kurdî di hunera Îranê de dewlemend e û xwediyê muxateb û temaşevên zav e.

Cejna Newrozê derfeteke baş e ji bo naskirina mûzîk, çand û hunera gel û etnîkên cuda li seranserê Îranê.

Herêmên Kurdistanî yên rojava û bakûrê rojavayê Îranê, di Newroza sala 1401`an a Koçiya Rojî de, mazûvaniya gelek ji geştiyar û rêwiyên Newrozê dike û tevî ku geştyar û rêwiyên hanê deverên balkêş û xwezaya xweşik ên van navçan dibênin, ji wan re derfet jî heye ku  bi muzîk, huner û çanda xelkê van deveran jî nasyar bibin û dem û gevên xweş derbas bikin.

Serepeyv