Adar 31, 2022 18:55 Asia/Tehran
  • Futbola Îranê di rêza 21emîn a cîhanê de ma

Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê li gorî meha borî bêyî ti guhertinekê di rêza 21emîn a cîhanê de cih girt.

Li gorî rapora IRNA`yê, di pileya herî dawî ya Federasyona Navdewletî ya Futbolê de, tîma neteweyî ya fûtbolê ya Îranê hîna jî di rêza 21emîn a cîhanê de cih digire û di vê rêzbendê de jî wek baştirîn tîma Asyayê tê hesibandin.

Piştî demeke dirêj Brezîlya di serê vê rêzê de cihê Belçîkayê girt.

Belçîka, Fransa, Arjantîn û Îngilîstan jî di rêza duyemîn heta pêncem de cih digirin. Îtalya ku ji bo Kûpaya Cîhanê bi ser neket, hîna di rêza şeşemîn a cîhanê de cih digire.

Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê bi 25 Puanan û wek serokê Koma Ayê, bo sêyem car li pey hev û şeşemîn car di dîroka Kûpaya Cîhanî de, derbasî pêşbirkeyên vê kûpayê bû. Tîma neteweyî ya Îranê di qonaxa sêyem a pêşbirkên Kûpaya Cîhanî de cih digire.

Biryar e sibe roja Înê pêşkavêtina ji bo pêşbirka Kûpaya Cîhanî ya 2022 ya Qeterê cih were û tîmên ku bikevin pêşbirkê dê hevrikên xwe nas bikin.

Serepeyv