Adar 31, 2022 13:37 Asia/Tehran
  • Pêşbirka dostane ya di navbera tîmên neteweyî yên fûtsalê yên Efxanistan û Îranê de bi wekheviyê bi dawî hat

Tîma neteweyî ya fûtsala Efxanistanê di pêşbirka amadekariyê de li hemberî tîma neteweyî ya fûtsala Îranê bi encama 2-2 wekhev ma.

Tîma neteweyî ya fûtsala Efxanistanê li gel rahênerê xwe yê îranî “Mecîd Murtezayî” li bajarê Şîrazê yê navenda Îranê kampeke rahênanê bo amadebûna bihêz li pêşbirkên şampiyoniya Asyayê li dar xist.

Li gor nûçeya Ajansa Dengê Efxanistanê (AVA), tîma neteweyî ya futsalê ya Efxanistanê ku duh li kampa rahênanê ya Şîrazê beşdarî pêşbirka amadekariya ji bo pêşbirkên Kûpaya Asyayê bû, li hemberî tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê, 2-2 wekhev ma.

Tîma futsala Efxanistanê bi tîmên Tacîkistan, Uzbekistan û Nepalê re di koma B ya pêşbirkeyên Kûpaya Asyayê de cih digire.  Ev pêşbirke dê ji 1 heya 15ê Nîsana 2022an li Qirgizistanê li dar bikeve û ji her komê, du tîm dê biçin Kupaya Asyayê.

Serepeyv