Di pêşbirka pêşekî ya Kûpaya Cîhanê de Koreya Başûr li hember Îmaratê têk çû
Tîma futbolê ya Koreya Başûr di pêşbirkên pêşekî ya Kûpaya Cîhanî de li hember Îmaratê şikesta xwe qebûl kir û pileya yekem a koma yekem a Asyayê radestî Îranê kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, li dewama hefteya dawî ya pêşbirkên pêşekî ya Kûpaya Cîhanî ya 2022`an a Qeterê, tîma neteweyî ya futbolê ya Koreya Başûr li pêşbirka derve ya li hemberî Îmaratê lîst ku 1-0 ev lîstik têk çû.
Şagirdên Bento ku bi sedema serkeftina heftiya borî li hember Îranê şansê xwe ji bo cihgirtina di serê komê de li pêşbirkên Kûpaya Cîhanî zêde kiribû, lê bi gola Ebdullah Soheîl di xuleka 54`an de li hember mazûvana xwe Îmaratê têk çû.
Li gorî vê raporê, bi sedema bilindbûna tîma neteweyî ya Îranê li hemberî Lubnanê, Koreya Başûr bû duyemîn tîma grûpa xwe ku derbasî Kûpaya Cîhanê dibe.
Di dawiya van pêşbirkan de, Îran bi 25 pûanan û Koreya Başûr bi 23 pûanan rasterast derbasî Kûpaya Cîhanê bûn.
Îmarat jî di vê pêşbirkê de bi 3 pûanan 12 pûan bi dest xist û wek tîma sêyem di komê de derket play offê ku hîn jî şansê çûna xwe bo Kûpaya Cîhanî hebe.
Divê Îmarat bi Awustralyayê re rû bi rû bimîne.