Adar 26, 2022 10:00 Asia/Tehran
  • Tîma beskitbala sêkesî ya keçan a Îranê derbasî nîvfînala Kupa Cîhanî bû

Tîma beskitbala sêkesî ya keçan a Îranê ya bin 23 salî di qonaxa seretayî ya Kupa Cîhanî ji Qeterê bir û dê biçe pêşberî tîma Uzbekistanê.

Tîma beskitbala sêkesî ya keçan a Îranê di rêjeya temenî ya bin 23 salî beşdarî pêşbirkên seretayî yên Kupa Cîhanî ya Beskitbala azad a sêkesî li Dûhaya Qeterê bû.

Tîma beskitbala sêkesî ya keçan a Îranê bi encama 11-20 derda tîma Zîlanda Nû; Lê di pêşbirka xwe ya duyem da bi encama 21-3 li hemerî tîma Qeterê bi ser ket.

bi vê encamê, Tîma beskitbala sêkesî ya keçan a Îranê derbasî nav koma 4 tîmên ssereke bû û ew ê di nîv-fînalê da biçe pêşberî tî,a yekem a koma duyem yanî Uzbekistanê.

Ev pêşbirk dê roja Şemiyê, saet di 19:15an da were lidarxistin.

Ji aliyê din va, Qezaqistan û Zîlanda Nû jî dê pêşbirka din a nîv-fînalê li dar xînin.

Tîma ku di van pêşbirkan da bibe qareman, dê pişk û para beşdariya di Kupa Cîhanî da bi dest bixe.

 

 

Serepeyv