Adar 26, 2022 09:21 Asia/Tehran
  • Teklîfên Boehly û Broughton ketin lîsteya dawiyê ya kirrîna Chelssea'yê

Konsorsiyomên teklîfê yên ji bo kirrîna Chelsea'yê yên di bin rêveberiya Todd Boehly û Sir Martin Broughton hatine agahkirin ku ew di lîsteya dawiyê ya kirrîna vê klûbê da ne.

Koma bi navê Raine Group, banka amerîkî ku firotina klûbê bi rê ve dibe ji van konsersiyoman ra gotiye ku ew her du derbasî qonaxa dawiyê bûne û dê Chelsea ji destê Roman Abramovich derkeve û bo yekî wan bê firotin.

Boehly xwediyê beşeke tîma Beysbala Los Angeles Dodgers'ê ye û ji bo kirrîna Chelsea'yê komsersiyomek di gel çend veberhêneran, di nav da miliyarderê swîsî Hansjörg Wyss û karsazekî brîtanyayî bi navê Jonathan Goldstein ku rêveberê Kompaniya navneteweyî ya Cain'ê û ji alîgirên klûba Tottenhamê ye, pêk aniye.

Ji aliyê din va, Broughton jî alîgirekî Chelseayê ye û kesekî din ê bi navê Sebastian Coe jî di konsersiyoma wî da ye. Ji piştgirên din ên vê konsersiyomê karsazên amerîkî, Josh Harris û David Blitzer in ku bi hev ra xwediyê pişk û parên klûba beskitbala Philaddelphia 76ers'ê û Crystal Palace'ê ne. Eger ew Chelsea'yê bikirrin, divê dawî li beşdariya xwe li Crystal Palace'yê bînin.

Nick Candy, yekî din ji alîgirên Chelsea'yê ye ku dil heye vê klûbê bikirre.

 

Serepeyv