Adar 25, 2022 15:43 Asia/Tehran
  • Ajoyê qayiqa pêşbaziyê yê Kurdistanî di Şampiyoniya Asyayê de madala zêr bi dest xist

Rêveberê Giştî yê Werziş û Ciwanên parêzgeha Kurdistana Îranê, Hamid Cûlayî ragihand: “Şaho Nasirî” qayiqajoyê Kurdistanî, medala zêr ya pêşbirkên şampiyoniya Asyayê li Taylandê bi dest xist.

Cûlayî roja pêncşemê li hevpeyvîna bi IRNA`yê re ragihand: “Şaho Nasirî” werzişvanê Kurdistanî bi “Adil Mucelelî” re di beşa kanoyê du kesî ya 1000 metrî de li dema 3:44.063 medala zêr bi dest xist û li ser pileya yekem a Asyayê sekinî.

Cûlayî herwiha got: Di vê pêşbirkê de qayiqajoyên ji Qazaxistan, Uzbekistan, Endonezya û Taylandê bi dû hev di rêzên (pleyên) din cih girtin.

Rêveberê Giştî yê Werziş û Ciwanên parêzgeha Kurdistana Îranê got: Tîma neteweyî ya qayiqajotinê ya Îranê bi 19 werzişvanên kano û kayakê û 6 rahêner di beşên mêran û jinan da beşdarî van pêşbirkan bûne û ev pêşbirke ji duh ve bi mazûvaniya Taylandê va tê lidarxistin.

Şaho Nasهrî di sala 2002an de li Bendava Qişlaqê(Aranê) ya Sineyê (Senendecê) li beşa Kanoya Kanadayî ku yek ji dijwartirîn û girantirîn beşên qayiqvaniyê ye, dest bi çalakiyên xwe yên werzîşî kir û piştre ji bo kampên tîma neteweyî ya Îranê hat vexwendin.

Nasirî bi destxistina du madalên zêr li pêşbirkên asyayî yên sala 2009 li Tehranê û sê medalên zîv li pêşbirkên asyayî li Malezyayê û pêşbirkên asyayî yên sala 2005 û 2010ê û sê medalên tûncê di pêşbirkên asyayî yên Malezyayê û Tehranê yên di sala 2004 û 2009ê de, bi dest xistin. Encamên hanê bûn sedem ku Nasirî bibe werzişvanê herî mezin û serketî yê Îranê di vê beşa werzişê de.

Serepeyv