Adar 24, 2022 13:33 Asia/Tehran
  • 2 hendbolîstên Sineyî medala zêr a Şampiyoniya Asyayê bi dest xistin

“Haniye Şahweysî û Nigîn Rehmanî” du hentbolîstên Sineyî (Senendecî) tevî lîstikvanên din ên tîma netewî ya Îranê, di fînala pêşbirkên Hendbola Nûciwanên Asyayê de li hember tîma Sûriyê bi ser ketin û medala zêr bi dest xistin.

Li gorî rapora KurdPress`ê, tîma neteweyî ya Îranê bi vê serketinê bû dîroksaz û lîsansa beşdariya li pêşbirkên cîhanî wergirt.

Pêşbirkên şampiyoniya hendbola jinan a Asyayê ji 18ê heya 23ê Adara 2022 bi mazûvaniya Kazaxistanê birêve çû.

Serepeyv