Adar 23, 2022 20:55 Asia/Tehran
  • Tîma hendbala keçan a Îranê bû qaremana hendbala Asyayê

Tîma hendbala keçan a Îranê bi serkeftina li hemberî tîma Sûriyê, bû qaremana pêşbirkên hendbala keçan a Asyayê.

Tîma hendbala keçan a Îranê roja Çarşemiyê di pêşbirka xwe ya çarem li rikeberiyên hendbala qaremaniyê ya keçên Asyayê da bi encama 36-21 ji tîma Sûriyê bir.

Keçên Îranê karîn bi vê serkefitnê û bi giştî bi çar serkeftinên lidûhev bibin qaremana Asyayê.

Ev yekemîn qaremaniya hebbala Îranê di beşa mêran û jinan da li Asyayê ye.

Tîma hendbala keçan a Îranê di sê pêşbirkên xwe yên pêşîn da ji sê tîmên Uzbekistan, Qezaqistan û Hindê biribû û bi çar serkeftinan bû qaremana Asyayê.

Dora nehem a rikeberiyên hebdbala qaremaniya nûciwanên jin ên Asyayê bi beşdariya pênc tîmên Qezaqistan, Uzbekistan, Hind, Sûriye û Îranê li Almatiya Qezaqistanê hat lidarxistin û du tîmên yekem û duyem pişk û para Kupa cîhanî ya 2022an a Gurcistanê bi dest xist.

 

Serepeyv