Adar 22, 2022 12:33 Asia/Tehran
  • Delala Serdaran; Romanek li ser berxwedan û welatparêziya kurdên Xorasanê

Pirtûka Delala Serdaran berhema Îran Tewehudî ji aliyê Weşana Bîjen Yordê va li Bakûrê Xorasanê hat weşandin.

Li gorî rapora SAHAR TV'yê, Romana Delala Serdaran (Bi farisî: Zîbaterîn Serdar) ku bi zimanê farisî û ji aliyê Îran Tewehudiyê va hatiye nivîsandin, bûyera tehl a destdirêjiya hêzên ûris li ser Îranê di serdema desthilatdariya qeceran da û dagirkirina navçeya çiyayî û kurdnişîn a Fîrûzeyê li Bakûrê Xorasanê rave dike.

Elîreza Sipahî, nivîskar û helbestvanê kurd ê layînî nivîsiye: "Delala Serdaran serpêhatiya şêrejineke kurd bi navê Têfegul e; Destaneke tijî kêliyên hemasî, dîmenên aşiqane û di heman demê da coş û heyecana berxwedan û têkoşînên qaremanane nîşan dide.

Delala Serdaran şiroveyeke ciyawaz ji dubendiya navbera desthilata paşverû ya qeceran û Tezarên ûris e ku di encamê da Fîrûzeya sipehî ya Îranê ji dest diçe. Çîroka lehengên neteweyî, Têfegul û Êwezxanê Celalî ku bi salan li ber xwe dan û têkoşîn da ku serşûriya qeceran ji dawa welêt bişûn."

Delala Serdaran bi zimanê farisî hatiye nivîsandin û lêvalêv ji stran, têgeh û peyvên kurdî ye.

Hêjayî gotinê ye ku Îran Tewehudî, keça mamosteyê dîrokzan û kesayetiyê binavûdeng ê kurdên Xorasanê, Kelîmullah Tewehudî ye.

 

Serepeyv