Adar 21, 2022 18:23 Asia/Tehran
  •  Nav û dengê sazên destan ê hosteyê sazan ji sînorê Sîvasê derbas kir

Şenturk Îyîdoganê hosteyê sazan li Sîvasa welatê Aşik Veyselê hozanê gel ê navdar dijî. Îyîdogan ji bo hezjêkerên sazê yên nav û derveyî Tirkiyê bi sparîşê sazan çêdike.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Îyîdogan li Sîteya Sanayiyê ya 4ê Eylulê ya Sîvasê di atolyeya xwe da bi destan sazan çêdike. Îyîdogan diyar kir, dema wî dest bi pola duyem a dibistana seretayî kir, birûskê lê da û ji wê demê pê va di axaftinê da tengasiyê dikişîne, lê dema ku stranan dibêje jî zimanê wî vedibe. Îyîdogan got bavê wî dît ku dema ew stranan dibêje, zimanê wî vedibe, bavê wî jê ra sazek kirî û ji wê demê vir va eşqa wî li ser sazê çêbûye.

Îyîdogan daxuyand, wî saza ewil di piçûktiya xwe da çêkir û ew li gor dengê merivan sazan çêdike û di çêkirinê qet zemqê bi kar nayne.

Îyîdogan diyar kir ku ew sazan bi temamî keda destan çêdike û wiha dewam kir, "Dema çêkirina sazan, ez darên qert ên ku hişk bûne, dara tûyê ya ku êdî fêkî jê çênabe dibînim. Em nava wan diqoqilînin û paşê datînin ku ziwa bibe. Em paşê destiyê sazê pê dixin. Em li gor kesan sazê çêdikin."

Îyîdogan her wiha got ku ew di atolyeya xwe da şev û roj dixebite û mehê 10-15 sazan çêdike û wiha dewam kir, "Min îsal 6-7 saz şandin Amerîkayê. Almanya, Îngiltere, Fransa, Hollanda û Îran di serî da ez dişînim gelek welatên dinyayê."

 

 

 

Serepeyv