Adar 20, 2022 08:24 Asia/Tehran
  • Jina îranî di Pêşbirkên Kûraşê yên Qaremaniya Asyayê da bû duyem

Zehra Baqirî kûraşvana îranî di Pêşbirkên Kûraşê yên Qaremaniya Asyayê da mîdala zîv wergirt.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên Kûraşê yên Qaremaniya Asyayê roja Şemiyê bi mazûvaniya Tacîkistanê hatin lidarxistin û Zehra Baqirî ji parêzgeha Xorasana Bakûr a Îranê di giraniya 87 kg da di rêza duyem da cih girt.

Elî Muhemedî Birîmanlû, Ilyas Pakdil û Cewad Muradî ji nûnerên din ên Xorasana Bakûr di beşa tîma neteweyî ya Kûraşa mêran in ku dê îro bikevin pêşbirkê.

 

Serepeyv