Adar 19, 2022 09:41 Asia/Tehran
  • Lîgên UEFA'yê: Pişke bo Lîga Qaremanan, Lîga Ewropa û Konfederasyonê hatin kişandin

Sê lîgên UEFA’yê hene: Bi rêzê û bi meziniya xwe Lîga Qaremanan, Lîga Ewropayê û Lîga Konfederasyonê tên. Niha di van lîgan de ji bo çarîk fînalê pişte hatin kişandin û di çarîk fînalê de reqîb diyar bûn.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di Lîga Qaremanan de 3 tîmên Îngilistanê, 3 tîmên Spanyayê tîmeke Almanyayê û tîmeke Portekîzê karîn derkevin çarîk fînalê, bi gotineke din serdestî di destê îngiliz û spanyolan de ye. Lê di Lîga Ewropayê de hê zêdetir welat hene: Ji Almanyayê 2 tîm, ji Spanya, Fransa, Îngilistan, Îtalya, Portekîs û Skoçyayê her yek tîmek heye.

LÎGA Qaremanan

Ji bo çarîk fînala Lîga Qaremanan 18’ê mêhê li Niyona Swîsreyê pişke hat kişandin. Encaneke wisa derket:

- Chelsea (Îngilistan) - Real Madrid (Spanya)

- Manchester City (Îngilistan) - Atletico Madrid (Spanya)

- Villarreal (Spanya) - Bayern Munih (Almanya)

- Benfica (Portekîz) - Liverpool (İngiltere)

Pêşbirkên çarîk fînalê dê rojên 5 û 6’ê Avrêlê, pêşbirkên duyemîn jî 12 û 13’yê Avrêlê bêne lîstin û yên bi ser bikevin dê herin nîv fînalê.

Serketiyên van tîmên çarîk fînalê dê di nîv fînalê de bi vî awayî bibin reqîbên hev:

-  Manchester City  - Atletico Madrid  /  Chelsea - Real Madrid

- Benfica  - Liverpool  / Villarreal  - Bayern Munih

Pêşbirkên yekemîn ên nîv wînalhe rojan 26 û 27’ê Avrêlê, pêşbirkên duyemîn jî 3 û 4’ê gulanê dê bêne lîstin.

Pêşbirka fînalê divê li St Petersburga Rusyayê bihata lîstin lê ji ber êrişa Rusyayê ya li ser Ûkraynê pêşbirk ji wir girtin û dan Fransayê. Pêşbirka fînalê dê roja 28'ê gulanê li Stade de France ya li Parîsa Fransayê bê lîstin.

LÎGA EWROPAYÊ

Di Lîga Ewropayê de encama pişkeyê ji bo çarîk fînalê wisa çêbû:

- Leipzig - Atalanta

- E. Frankfurt - Barcelona

- West Ham - Lyon

- Braga - Rangers

Ewê rojên 7 û 14’ê Avrêlê bên hemberî hev. Tîmên ku bi ser bikevin dê herin nîv fînalê. Ji bo nîv fînalê serketiyên van tîman dê bibin reqîbên hev:

- Leipzig / Atalanta - Braga / Rangers

- West Ham or Lyon - Frankfurt or Barcelona

Pêşbirkên nîv fînalê jî dê rojên 28’ê Avrêlê û 5’ê gulanê bêne lîstin. Du tîmên bi ser bikevin dê herin fînalê. Pêşbirka fînalê 18’ê gulanê li Stada Ramon Sanchez-Pizjua a li Sevillaya Spanyayê bê lîstin.

LÎGA KONFERANSÊ

Di Lîga Konferansê de jî ji bo çarîk fînalê pişke hat kişandin. Ev tîm bûn reqîbên hev:

- Bodo Glimt (Norwec) - Roma (Îtalya)

- Feyenoord (Hollanda) - Slavia Prag (Çekya)

- Olimpik Marsilya (Fransa) - PAOK (Yewnanistan)

- Leicester City (Îngilistan) - PSV Eindhoven (Hollanda)

Tîmên bi ser bikevin dê herin nîv fînalê û di vê beşê de jî serketiyên van maçan dê bibin reqîbên hev

-  Leicester City  - PSV Eindhoven  /  Bodo/Glimt (Norveç) - Roma

-  Feyenoord  - Slavia Prag  / Olimpik Marsilya  - PAOK

Di Lîga Konferansê de pêşbirkên çarîk fînalê 7 û 14’ê avrêlê, pêşbirkên nîv fînalê jî 28’ê Avrêlê û 5’ê gulanê de têne lîstin. Pêşbirka fînalhe roja 25’ê gulanê li Stada Arena ya Neteweyî ya Tîrana Albeniyayê dê bê lîstin.

Serepeyv