Adar 19, 2022 09:26 Asia/Tehran
  •  Lîsteya dirêj a Xelata Wêjeyê ya Vedat Turkalî hat eşkerekirin

Şaredariya Atakumê ji bo bîranîna nivîskar Vedat Turkalî xebata Xelatên Wêjeyê yên Vedat Turkalî dabû destpêkirin, îsal jî didomîne. Niha lîsteya dirêj a ji bo van xelatan hat eşkere kirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Vedat Turkalî ji Atakuma Samsûna Tirkiyeyê ye. Ji bo bîranîna wî Şaredariya Atakumê par Xelatên Wêjeyê yên Vedat Turkalî dabûn destpêkirin, îsal dîsa dan des pêkirin. Şaredarî her sal dê van xelatan bide. Îsal roja dawî ya serîlêdanê 28’ê Reşemiyê (Sibat) bû. Piştî serîlêdanan niha ji nav serîlêdanan lîsteya dirêj a berendamên xelatan hat eşkere kirin.

Di warê roman, çîrok, helbest û wergerê de xelat dê bêne dayîn. Îsal 483 berhem ji bo pêşbaziyê hatin şandin.

Dogan Hizlan, Denîz Turkalπi, Ethem Baran, Fuat Sevimay, Kemal Varol, Nedîm Gursel, Sevîn Okyay, Şukru Erbaş, Yavuz Ekîncî û Zulfu Lîvanelî endamên juriyê ne. Ew dê lîsteya dirêj binirxînin û ji bo her beşê 5 berheman eşkere bikin.

 

Jurî roja 29ê Avrêla 2022an dê lîsteya kurt (fînalîstan) eşkere bike û 31ê Gulana 2022an de jî serketiyan dê eşkere bikin.

Serepeyv