Karsazê Kurd Muhsin Bayrak hewl dide tîma Futbolê ya Chelsea bikire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332645-karsazê_kurd_muhsin_bayrak_hewl_dide_tîma_futbolê_ya_chelsea_bikire
Karsazê Kurd Muhsin Bayrak hewleke mezin dide ku yek ji tîmên mezin ên cîhanê ango Chelsea bikire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2022 14:43 Asia/Tehran
  • Karsazê Kurd Muhsin Bayrak hewl dide tîma Futbolê ya Chelsea bikire

Karsazê Kurd Muhsin Bayrak hewleke mezin dide ku yek ji tîmên mezin ên cîhanê ango Chelsea bikire.

Tîma ku di premier lîg a Brîtanyayê de têdikoşe û li ser asta cîhanê jî xwedî prestîjeke mezin e heta niha di destê karsazê rûs Roman Abramovîç de bû.

Ji ber şerê Rûsya û Ukrayna li cîhanê gelek welatan dest danî ser mal û milkê karsazên rûsî û dewleta Brîtanya jî dest daniye ser Chelsea.

Muhsin Bayrak pereyekî zêde bo stendina Chlesea amade kiriye û digel hikumeta Brîtanya jî danûstandinên berfireh dike da tîma futbolê bikire. Ew dibêje: “Me 2.2 milyar Sterlin pêşkêş kir bo ku tîma Chelsea bikirin.

Di nava çend rojan de diyar dibe bê ka Chelsea dibe ya kê. Bayrak dibêje, ku bi îhtimaleke gelekî zêde ew bi xwe dibe xwediyê nû yê tîma cîhanî.