Adar 15, 2022 16:34 Asia/Tehran
  • Keçên fûtbalîst ên Îranê bûn qaremana CAFA'yê

Tîma neteweyî ya Fûtbala Keçan a Îranê bi sê serkeftinên lidûhev di Pêşbirkên Fûtbalê yên Asyaya Navîn (CAFA) da bûn yekem.

Li gorî rapora ISNAyê, Tîma neteweyî ya Fûtbala Keçan a Îranê di pêşbirka xwe ya sêyem di CAFA'yê da roja Sêşemiyê tîma Qirqîzistanê têk bir.

Nîveka yekem a vê pêşbirkê bi serkeftina 1-0 a Qirqîzistanê bi dawî bû; Lê di nîveka duyem da Ilahe Efşardost û Nigîn Zendî du gul avêtin û pêşbirk bi encama 2-1 bi dawî bû.

Bi vî awayî Tîma neteweyî ya Fûtbala Keçan a Îranê bi sê serkeftinên lidûhev bû qaremana CAFA'yê.

 

Serepeyv