Adar 15, 2022 12:25 Asia/Tehran
  • Werzîşkarê îranî di pêşbirkên Para-Tekvandoyê da bû qareman

Mehdî Pûr Rehnema werzîşkarê îranî di dora çarem a pêşbirkên Para-Tekvandoyê ya Kupa serokatiya federasiyona cîhanî da bû qareman.

Li gorî rapora IRNAyê, dora çarem a pêşbirkên Para-Tekvandoyê ya Kupa serokatiya federasiyona cîhanî bi mazûvaniya Îranê li Tehranê hat lidarxistin û di dawiya pêşbirkên takekesî da, Mehdî Pûr-Rehman bû qareman.

Di dora çarem a pêşbirkên Para-Tekvandoyê ya Kupa serokatiya federasiyona cîhanî da li koma mêran werzîşkarên Efxanistan, Komara Azerbaycanê, Hind, Îran, Japon, Sirbistan, taylend, Tirkiye û Uzbekistanê beşdar bûn.

 

Serepeyv