Boksorê 63 kg ê Îranê mîdala bronza Asyayê wergirt
Adar 11, 2022 14:14 Asia/Tehran
Boksorê giraniya 63 kg ê Îranê di dewama pêşbirkên Boksa nûciwan û ciwanên Asyayê da mîdala bronzê wergirt.
Li gorî rapora Federasiyona Boksê, Pêşbirkên Boksa qaremaniya nûciwan û ciwanan a Asyayê li Emana paytexta Urdinê didomin û seyid Elî Ekber Mîr Ehmedî boksorê îranî di qonaxa nîvfînala 63 kg da çû pêşberî Cûcî Ekber Kodratovê uzbekî û 3-2 derda û mîdala bronzê wergirt.
Pêşbirkên Boksa qaremaniya nûciwan û ciwanan a Asyayê bi mazûvaniya Urdinê tên lidarxistin.
Tîma neteweyî ya Îranê bi rêhêneriya Reza Mehdîpûr û bi 13 werzîşkaran beşdarî Pêşbirkên Boksa qaremaniya nûciwan û ciwanan a Asyayê bûye.