Adar 11, 2022 09:51 Asia/Tehran
  •  Fûtbala Tirkiyê: 13 hakêm hatin qewirandin

Navendî ya Hakêman a Tirkiyê (MHK) 13 hakêmên fûtbalê qewirandin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Di fûtbala Tirkiyê da, pêşî federasyonê 13 hakêm ji hakêmê avêtin, dûre ji bîr kir ku ji bo pêşbirkekê hakêman bişînin. Dû re FIFA û UEFA’yê pirs kir.

13 HAKÊM HATIN QEWIRANDIN

Lijneya Navendî ya Hakêman a Tirkiyê (MHK) biryar da ku di 10 hefteyên dawî de peywir nede 13 hakêman ku di Lîga Super de cih digirtin. Ev yek wekî “Operasyon”a li hemberî hin hakêman hat binavkirin. Ew nav jî ev bûn: Cuneyt Çakir, Ali Palabiyik, Aldulkadir Bitigen, Firat Aydınus, Bahattin Şimşek, Burak Şeker, Suat Arslanboga, Huseyin Goçek, Mert Guzenge, Tugay Kaan Numanoglu, Alper Ulusoy, Halis Ozkahya.

Di nav wan de Cuneyt Çakir ê ku li dinyayê, di pêşbirkên UEFA û FIFA’yê de pêşbirk bi rê ve dibir jî hebû. Her wiha hê hefteya borî gelekan jê pêşbirk bi rê ve dibirin û wan bi xwe jî fêm nekirin ku çima ev yek çêbû. Dîsa Cuneyt Çakir û hevalên wî dema li balafirê bûn û diçûn pêşbirkeke UEFA’yê bi rê ve bibin ev biryar hat dayîn. Vê yekê li Tirkiyê deng veda. Şerê navxweyî ya li nava saziyên dewletê li ser hakêman jî rû da.

COLLINA PIRSÎ ÇIMA?

 

Vê yekê li dinyayê jî deng veda. Serokê Komîteya Hakêman a FIFA’yê (Yekîtiya Federasyonên Fûtbolê ya Navneteweyî) Pierluigi Collina li hakêm Cuneyt Çakirê ku ji hakêmî hatiye avêtin geriya û rewş jê pirsî.

UEFA: EM ŞOK BÛN

Li aliyê din UEFA’yê jî li ser vê yekê ligel TFF’ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê) ket nava têkiliyê û pirsa “Li pişt vê meseleyê çi heye?” kir. Rayedarên UEFA’yê ji Cîgirê Serokê TFFê Servet Yardimci gotin, “Em ji ber jikargirtina hakêm Cuneyt Çakir, Ali Payabilik û Abdulkadir Bitigenên ku sembola FIFA’yê bi wan re ye, gelek şaşwaz bûn.”

PÊŞBIRKÊN 3 LÎGAN BETAL BÛN

Di dema ku ev nîqaş dom dikirin de pêşbirkên 3 lîgan ên vê hewteyê hatin betalkirin. TFF’ê “barîna berfê” wekî sedem nîşan da lê berf li herêma Marmarayê heye û mînak li Edeneyê berf nîne pêşbirkên dê li Edeneyê bêne lîstin û gelek bajarên din ligel ku tu berf nîn e jî pêşbirk hatin betalkirin. Ev yek bi du awayan hat nirxandin, “Ji ber biryarê di nav hakêman de nerazîbûneke mezin heye” û "Nekarîn ji nav meseleyê derên”.

HAKÊM JI BÎR KIRIN

Li aliyê din MHK ku hakêman di pêşbirkan de peywirdar dike ji bîr kir ku hakêman bişîne pêşbirka Galatasaray û Kasimpaşayê. Di Lîga Elît a U16 de roja 9’ê mehê saet 12’an de pêşbirka her du tîman hebû. Her du tîm çûn sehayê lê hakêm tunebûn. Derket holê ku ji bîr kirine hakêman  peywirdar bikin. Çawa ferq kirin pêşbirk ji bo 13.00 bi paş ve xistin, lê li hakêmên herî nêz geriyan, lê dîsa hakêm negihîştin wê saetê û pêşbirkê saet 13.20’an de dest pê kir.

TESTA FIFA’YÊ TALÛKEYÊ DE YE

Niha pêvajoya tayînkirina hakêman a ji bo Kûpaya Dinyayê ye. 15 roj paşê ji dinyayê hakêm dê beşdarî testa atletîkî bibin. Di nav van hakêman de Cuneyt Çakir jî hebû ku ji nav hakêmên tirkan tekan e hakêm e ku li dinyayê pêşbirkên mezin bi rê ve dibe, pêşbirkên Kûpaya Cîhanê jî bi rê ve dibe. Ger biryara MHK’ê neguhere, Cuneyt Çakir dê nikaribe here Kûpaya Cîhanê û pêşbirkan bi rê ve bibe.

 

Serepeyv