Tirkiye: Mewlûda Kurdî ya bi zaraveya Zazakî di şîn û mizgeftan da tê xwendin
Mamosteyê teqawîdbûyî Abdullah Narîn li herêmê ji bo Mewlûda Kurdî bi zaraveya Zazakî bê xwendin bi edîtoriya hîndekarekî pirtûka mewlûdê çap kir û wek diyarî da meleyên li mizgeftên herêmê ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Mamosteyê teqawîdbûyî Abdullah Narîn pirtûka Mewlûda Kurdî bi edîtoriya hîndekarekî va bi zaraveya Zazakî da çapkirin û ew mewlûd di mizgeft û şînan da tê xwendin.
Narînê 62 salî ku li herêmê dijî û 8 sal berê teqawîd bûye pirtûka mewlûdê bi Zazakî nivîsî û bi edîtoriya Murat Varolê di Zanîngeha Bîngolê da li ser ziman lêkolînan dike, weşand.
Di hewla ewil da 500 pirtûkên Mewlûda Zazakî hatin çapkirin û Narîn ji wan 150 heb li mizgeftan belav kir û wek diyarî da meleyên li herêmê ne. Bi saya pirtûkê êdî li mizgeft û şînan mewlûda bi Zazakî hêsantir tê xwendin.
Narîn diyar kir, piştî ku ew teqawud bû, wî li ser çanda gelê Bîngolê dest bi xebatan kir û daxuyand ku li bajêr di nav urf û edetan da mewlûd jî cihekî girîng digire.
Narîn destnîşan kir, bi teşwîqa akademîsyenên zanîngehê wî pirtûkeke mewlûdê amade kir û wiha dewam kir, "Di hemû zimanên ku tên bîra me da mewlûd heye. Mewlûda Kurmancî û Zazakî jî heye. Mewlûda ewil a Zazakî di navbera salên 1880-1890î da ji aliyê Mela Ehmedê Xasî va hatiye nivîsîn. Xasî ji Genca navçeya Bîngolê ye. Paşê Osman Efendî li Sîweregê nivîsiye. Piştî wî Elî Hûniyê Beyhanî nivîsiye. Ji alimên mezin ên herêma me Mehmet Temîzkan Mûradanî jî mewlûd nivîsiye."
Narîn daxuyand ku wî di mizgeftan da mewlûd xwend, ew dixwaze vê kevneşopiyê bidomîne, ji ber vê jî wî bi Zazakiya ku li herêmê tê fêmkirin pirtûka mewlûdê amade kir.
Narîn wiha dewam kir, "Mewlûd nîşaneya hezkirina Hz. Pêxember e. Yanî em hezkirina xwe ya Pêxemberê me, bi xwendina van mewlûdan nîşan didin. Em hewl didin ku di mizgeftan da kevneşopiya xwe ya mewlûdan bidomînin."