Adar 10, 2022 17:30 Asia/Tehran
  • Dewleta Brîtanyayê xwediyê klûba Chelsea'yê boykot kir

Londonê bi weşandina daxuyaniyekê xwediyê klûba Chelsea'yê bi behaneya şerê Ukraynê danî nav lîsteya boykotan.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Londonê roja Pêncşemiyê heft bazirganên ûris ji wan Roman Abramovich, xwediyê klûba Chelsea'yê bi behaneya şerê Ukraynê danî nav lîsteya boykotan.

Brîtanya bi boykotên nû destûra dewama çalakiyên têkildartî fûtbalê dide Chelsea'yê, lê firotina klûbê qedexe kiriye.

Lîz Tras wezîrê derve yê Brîtanyayê jî ragihand: Me ji bo anîna zextê li ser Moskoyê, hin heyîtî asteng kirin û rêwîtiya heft kesên ûris ên dewlemend û bibandor jî qedexe kir.

 

 

Serepeyv