Şeva cinûnbar a Benzema û hilkişiyana bêhempa ya Realê: Parîsî li dojeha Bernabeoyê hatin wêdadayîn
Tîma Fûtbala Real Madrîda Spanyayê di pêşbirkeke balkêş da Paris Saint-Germain têk da û derbasî qonaxa çarîk fînalê ya Lîga qaremanên Ewropayê bû.
Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirka vegerê ya Tîma Fûtbala Real Madrîda Spanyayê û Tîma Paris Saint-Germain a Fransayê di çarçova dora vegerê ya qonaxa heşt-yeka dawiyê ya Lîga qaremanên Ewropayê li werzîşgeha Santiyago Bernabeoyê (Santiago Bernabéu Stadium) cih hat.
Pêşbirka çûyîna ya du tîman li Parîsê bi takegula Êmpame li ser xêra Paris Saint-Germain'ê bi dawî hatibû.
Realiyan ku di pêşbirka çûyînê da derdabûn, di pêşbirka şeva borî da jî destpêkê bi gulekê paşda ketin, lê sê gulên Kerîm Benzema di nîveka duyem da, bû sebeba vegereke bêhempa ji bo şagirdên Karlo Ançilotî.
Ev pêşbirk bi encama 3-1ê bi dawî bû.