Adar 09, 2022 15:04 Asia/Tehran
  • Rûsya ji Kûpaya Cîhanê ya 2022an a li Qeterê hat derxistin

Federasyona Navdewletî ya Futbolê (FIFA) bi fermî ragihand ku tîma neteweyî ya futbolê ya Rûsyayê di Play-Off a Kûpaya Cîhanî de li hember Polonyayê nalîze û Polonya dê derbasî fînala vê qonaxê bibe.

Li gorî rapora IRNA`yê, piştî biryara hevpar a 28`ê Sibatê digel UEFA`yê ji bo rawestandina pêşbirkên tîmên Rûsî yên di bin banê FIFA û UEFA`yê de, Komîteya Amadekar a FIFA`yê biryar da ku Polonya ji beşdariya li pêşbirka play-offê li hemberî Rûsiyê bêpar bimîne. dê li benda serketiya maça Swêd û Çek bie.

Piştî liv û tevgerên vê dawiyê yên welatên rojava li nêzîkî sînorê Rûsyayê, Serokomarê vî welatî Vladimîr Pûtîn roja 24ê Sibatê li ser daxwaza alîkariya leşkerî ya rêberên komarên Donetsk û Lohanskê li rojhilatê Ukraynayê fermana operasyoneke leşkerî ya taybet da . Piştî wê firokeyên şer, top û mûşekên Rûsî çeperên artêşa Ukraynayê kirin armanc.

Putîn dibêje: Operasyona Rûsyayê li Ukraynayê ne destpêka şer e; Ev hewldanek e ku pêşî li şerekî li seranserê cîhanê bigire.

Bi berdewamiya şerê li Ukraynayê, reaksiyonên cîhanî yên li hemberî vê kiryara Rûsyayê berdewam dike, boykotên aborî û zextên dîplomatîk û gef û cezayên navneteweyî yên li dijî Rûsyayê her diçe zêde dibin.

Serepeyv