Adar 08, 2022 22:17 Asia/Tehran
  • Mazûvaniya Kupaya Kulubên Voleybolê ya Asyayê hat diyarkirin

Ji ber devberdana şaredariya Urmiyê ji mazûvaniya Kupaya Kulûbên Voleybolê yên Asyayê, mazûvaniya wê spartin Tehranê.

Li gor nûçeya koma werzîşê ya Ajansa Nûçeyan a Anayê ji zarê Federasyona Voleybolê, şampiyoniya voleybola mêran a Asyayê ji 15 heta 22 Gulana 2022an bi beşdariya 11 tîman ji 10 welatên Asyayê birêve diçe.

Pêştir diviyabû ev pêşbirk bi mazûvaniya şaredariya Urmiyê bihata kirin, lê ji ber kêmasiyên darayî yên vê klubê ji aliyê Federasyona Cîhanî ya Voleybolê ve û tevî dayîna çendîn derfetan bo şaredariya Urmiyê, ev klûb nekarî gilikarên xwe ji FIVB razî bike.

Rêveberê Giştî yê Werziş û Ciwanan ê Parêzgeha Azerbaycana Rojava û berpirsên Klûba Şaredariya Urmiyê tevî gelek hewl û danûstandinan, ragihandin ku nikarin van pirsgirêkan çareser bikin û ji beşdarbûn û mazûvaniya Şampiyoniya Voleybola Mêran a Asyayê vekişiyan. Ev yek di demekê de bû ku berpirsên Federasyona Voleybolê dixwastin Azarbatari wek mazûvanê van pêşbirkan ragihînin, lê berpirsên vê tîmê jî ragihandin ku nikarin mazûvaniya van pêşbirkan bikin.

Li gorî vê yekê û bi berçavgirtina trafîka pêşbirkên navneteweyî yên voleybolê li Îranê di mehên pêşber de, Federasyona Voleybolê biryar da ku pêşbirkên werzişî yên werzîşî yên mêran ên Asyayê yên sala 2022`an li salona voleybolê ya Kompleksa Werzîşî ya Azadî ya Têhranê li dar bixin û Konfederasyon Voleybola Asyayê Tehran wek mazûvaniya van pêşbirkan destnîşan kir.

Serepeyv