Adar 07, 2022 18:24 Asia/Tehran
  • Li Bedlîsê pêşbirka Govendê bi beşdariya 32 koman hat lidarxistin

Li navçeya Tetwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Tirkiyê ve di rojên 5 û 6ê Adarê de Pêşbirka Govendê hat lidarxistin û gelek kom beşdarî vê pêşbirkê bûn.

Li gorî rapora Rûdawê, Di pêşbirkê de her herêm bi govend û cilên herêma xwe govenda xwe gerandin.

Rêveberê Werziş û Ciwanan ê bajarê Bedlîsê Bîlal Elkatmiş dibêje, “Ev festîval ji aliyê Federasyona Govendê ya Tirkiyeyê û rêveberiya bajêr ve tê birêvebirin. Bi giştî 700 ciwan û 32 komên govendê beşdarî vê pêşbirkê dibin. Komên ku di pêşbirkê de bi ser bikevin wê beşdarî fînalê bibin ku di navbera bajaran de tê lidarxistin.”

Komên govendê yên xwendingehan ji bajarên; Wan, Şirnex, Êlih, Sêrt, Amed, Riha, Agirî û Bedlîsê beşdarî vê pêşbirkê bûn.

Koma bibe yekemîn û duwem dê di rojên pêş de li bajarê Şirnexê beşdarî fînala pêşbirkên Tirkiye bibe.

Hesen Turaman mamostayê Govendê li Amedê ku beşdarî pêşbirkê bûye, derbarê pêşbirka îsal de dibêje, “Bi salan e em komên govendê perwerde dikin. Ev demek dirêj bû ji ber Koronayê çalakiyên bi vî awayî nedihatin lidarxistin. Lê îro dîsan wek rojên berê em karê govendê dikin û zarokên me digerin, fêrî çandên herêman dibin, ji bo wan tiştek gelek baş e. Hêvîdar im rojên xweştir û baştir li benda me bin.”

Pêşbirk li hola werzişê ya bajarê Tetwanê hat lidarxistin, di roja yekê de 17 komên govendê yê ciwanan û roja duyê jî 15 komên bijarde derketin ser dikê.

Tê gotin ku dê 8 kom ji van koman tevli fînala li ser asta Tirkiye bibin ku biryar e li Şirnexê bê lidarxistin.

Serepeyv