Adar 05, 2022 10:04 Asia/Tehran
  • Tîma Bezê ya Polîmera Xelîca Farisê ya Xorem Avayê li Pêşbirkên navneteweyî yên klûban li Tirkiyê bû duyem

Tîma Bezê ya Polîmera Xelîca Farisê ya Xorem Avayê bi wergirtina 10 mîdalên zêrîn di Pêşbirkên navneteweyî yên klûban li Tirkiyê da bû duyem.

Siyaveş Sipehvend, serrahênerê Tîma Bezê ya Polîmera Xelîca Farisê ya Xorem Avayê got: Tîma Tîma Bezê ya Polîmera Xelîca Farisê ya Xorem Avayê di Pêşbirkên navneteweyî yên klûban li Tirkiyê da pênc mîdalên zêr, sê zîv û 2 bronz bi dest xistin û karî sê rekorên neteweyî bişkêne.

Sipehvend tevî amajeya bi duyembûna Tîma Bezê ya Polîmera Xelîca Farisê ya Xorem Avayê di van pêşbirkan da got: Di van pêşbirkan da Tirkiye bû yekem û tîma Klûba Fenberbaxçeyê jî bû sêyem

Pêşbirkên navneteweyî yên klûban li Tirkiyê ji 27ê Sibatê heta 1ê Adara 2022an hatin lidarxistin.

 

Serepeyv