Adar 04, 2022 19:38 Asia/Tehran
  • Bîjen Eqdesî helbestvanê kurd ê şîrwanî koça dawî kir

Hat ragihandin ku mamoste Bîjen Eqdesî, helbestvanê kurd ê xorasanî îro (În), 4ê Adara 2022an çûye ser dilovaniya Xwedê.

Mamoste Bîjen Eqdesî sala 1317an a Koça rojî li gundê Qele Beygê yê ser bi şaristana Şîrwanê li parêzgeha Xorasana Bakûr ji dayîk bû.

Wî helbestên xwe bi mexlesa Gulîl digotin û berhema helbestên wî jî bi heman navî yanî bi navê GULÎL hatibû çapkirin. Gulîl navê rêzeçiyayekê li bakurê Xorasanê û ser sînorê Tirkmenistanê ye.

 

 

Serepeyv