Adar 04, 2022 14:45 Asia/Tehran
  • Duyemîn serkeftina Îranê di Pêşbirkên qehremaniya Boksa Asyayê da hat bidestxistin

Roja duyem a Pêşbirkên qehremaniya Boksa Asyayê bi serkeftina nûnerê Îranê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Roja Pêncşemiyê û di roja duyem a Pêşbirkên qehremaniya Boksa Asyayê da, Nîma Bêygî boksorê 45 kg ê Tîma xortên Îranê di dora yekem da çû pêşberî Kozay El-Sûd ji Filistînê û hevrikê xwe têk bir û derbasî qonaxa çarîk fînalê bû.

Bêygî di vê qonaxê da dê biçe pêşberî Salih Ebdullah ji Yemenê.

 

Tîma Îranê bi 7 endaman di beşa nûciwanan û 6 boksoran di beşa xortan da beşdarî Pêşbirkên qehremaniya Boksa Asyayê li bajarê Emana paytexta Urdinê bûye ku ji roja Çarşemiyê va dest pê kiriye û dê bi qasî 13 rojan were domandin.

 

Serepeyv