Rêveberê Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê di gel balyozê Koreya Başûr li Têhranê civiya
Rêveberê Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê bi çşyîna bo balyozxaneya Koreya Başûr li Têhranê, di gel balyozê vî welatî civiya.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hemîd Stîlî, Rêveberê Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê di bereberê pêşbirka Îran û Koreya Başûr ku di dewama qonaxa bijartinê ya Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê da tê lidarxistin, di gel Yûn Kang Hiyan Balyozê Koreya Başûr li Têhranê civiya.
Hiyan di vê hevdîtinê da tevî diyarkirina hêviya serkeftinê ji bo her du nûnerên Asyayê di kupa Cîhanî da got: Ji vê komê her du tîmên hêja û bihêz ên Asyayê derbasî Kupa Cîhanî bûn.
Wî got: Îran û Koreya Başûr hertim ji hêzên sereke yên Fûtbala Asyayê bûne û vê carê jî bihêz derbasî Kupa Cîhanî bûn.
Rêveberê Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê jî got: Pêwendiyên werzîşî yên du welatan hertim gelekî baş û nêzik bûye û du tîman pêşbirkine balkêş di salên borî da li dar xistine.