Adar 02, 2022 17:48 Asia/Tehran
  • Mala Tekvandoyê ya Têhranê dê mazûvanîya Kapa Tîmên Asyayê bike

Pêşbirkên tekvandoya Kapa Tîmên Asyayê yên jin û mêran dê bi mazûvanîya Mala Tekvandiya Têhranê bên lidarxistin.

Yazdemîn dewra pêşbirkên tekvandoya Kapa Tîmên Asyayê yê 4 û 5ê Adarê bi pişikdarîya 210 têkvandokarên ji Îran, Qazaqistan, Uzbekistan, Hindistan, Pakistan, Iraq, Urdin, Umman, Efganistan, Imarat û Tîma Penaxwazn dê li Mala Tekvandoya Têhranê were lidarxistin.

Pêşbirkên jinan dê bi pişikdarîya 64 tekvandokaran di 4ê Adarê da û yên mêran jî bi amadebûna 146 têkvandokaran di 5ê Adarê da bên lidarxistin.

Tekvandkarên ku mîdalên zêr, zîv û boronz bi dest bixin, yê bi awayê rêzê 20, 12 û 7 xal di rêzebendîya olempîkê da jibo wan bên hesibandin.

Serepeyv