Adar 02, 2022 12:04 Asia/Tehran
  • Rûsya ji bo beşdarbûna di hemû pêşbirkên voleybolê de hat qedexekirin

Federasyona Navdewletî ya Voleybolê, her çend beriya niha diyar kiribû ku ew ê werzişê ji siyasetê vediqetînin, lê di biryara xwe ya dawî de beşdarbûna tîmên neteweyî û klûbên Rûsya û Belarusê li pêşbirkên navneteweyî qedexe kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, biryara Federasyona Cîhanî ya Voleybolê piştî êrişa eskerî ya Rûsyayê ser Ukraynayê hat dayîn.

Hefteya borî Komîteya Navdewletî ya Olempîka (IOC) daxwaz ji hemû federasyonên cîhanê kiribû ku mazûvaniya Rûsya û Belarûsê di pêşbirkên curbicur de betal bikin û rê nedin al û sirûdên neteweyî yên her du welatan li pêşbirkên navneteweyî werin hildan û belavkirin.

Di sala 2022 de, ji bilî mazûvaniya hefteya duyemîn a Lîga Neteweyan, biryar bû ku Rûsya li şeş bajarên xwe mêvandariya Kûpaya şampiyoniya Cîhanê bike.

Divê di rojên pêş de Federasyona Cîhanî ya Voleybolê hem mazûvanê nû yê van her du pêşbirkan bide nasîn û hem jî di tûrnûvayê de şûna vî welatî, welatekî din desnîşan bike.

Boykota voleybolê ya Rûsya û Belarusî di hemû kategoriyên neteweyî û klûbê de pêşbirkên hundirê salonê, beravkê û berfê digire ber xwe.

Serepeyv