Adar 01, 2022 15:58 Asia/Tehran
  •  Hunermendê nemir Seîd Yusif li Lubnanê hate bibîranîn

Weqfa Newroz a Çanda Civakî bi êrya lidarxistina panelekê li paytexta Lubanan Beyrûtê hunermendê nemir Seîd Yusif bi bîr anî.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Weqfa Newroz û bi beşdariya nûnerê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed, seroka Komxebata Jîn a Jinan Bûşra Elî, endamên malbata hunermend Seîd Yusif û kurdên li Lubnanê panel li dar xist.

Di panelê de cîgira Weqfa Newroz a Çand Civakî Henan Osman axivî û behsa qonaxên ku hunermendê nemir Seîd Yusif di kar de derbas kiriye û xelatên ku wergirtine kir.

Henan Osman anî ziman ku Yusif di warê muzîk û stranbêjiyê de, xwedî dîrokeke demdirêj e, di heman demê de ji bo nifşên nû bûye dibistana gihandina hunermendan û got: “Hunermend ji ber xebatên xwe yên hunerî gelek xelatên cîhanî û herêmî wergirtine. Ji ber ku bi stranên xwe êş û azara civaka Kurd û cîhanê raxist ber çavan.”

Paşê nûnerê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed axivî û îşaret bi girîngiya mîraseya hunerî ya ku stranbêj Seîf Yusif li pey xwe hiştiye û wiha got: "Vê têkoşînê bandor li ciwanan kir û dê di dilên tevahiya civakê de zindî bimîne."

Piştî wê kurê hunermend Lawîn Seîd Yusif spasiya Weqfa Newroz kir ku bi vê xebatê rabûye.

Dûvre li ser jiyana hunermend sînevîzyonek hate pêşendan û têkildarî deng, helbest û awazên nemir Yusif serokê Weqfa Newroz Cemal Hesen axivî û got: “Gotinên stranên wî, sade û jixweber bûn. Stranbêj, awaçêker û nivîskar bû.”

Di dawiyê de seroka Weqfa Jîn a Jinan Bûşra Elî axivî û bal kişand ser girîngiya mîraseya hunerî ya rêzdar Seîd Yusif ku ji nifşên bê re hiştiye û got: "Ev mîras gelek girîng bi taybet ji bo ciwanan ku ruhê welatparêziyên û girêdana bi ziman û nasnameya kurdî xurtir dike."

Di dawiyê de kurê hunermend Lawîn Yusif çend stranên bavê xwe gotin.

Serepeyv