Sibat 28, 2022 18:09 Asia/Tehran
  • Nîşana taybetî derhênera serketî ya Festîvala Tirkiyê xelatî Nergis Abyar hat kirin

"Nîşana taybetî derhênera serketî" a Festîvala navneteweyî ya Fîlmçêkerên jin li Tirkiyê xxelatî Nergis Abyar derhênera îranî hat kirin.

Di vê festîvalê da hin berhemên Nergis Abyar dê werin nîşandan û civîna workşopa pisporî dê bi beşdariya wê pêk were.

Nergis Abyar edebiyata farisî xwendiye û ji sala 1384an va berê xwe daye çêkirina kurtefîlman û fîlmên belgewar ku yekemîn tecrubeya wê, Asêgeha Dilovan, wergira xelata baştirîn kurtefîlma çîrokî ji Festîvala Siyayîşa Îranê bû û di beşa pêşbirkê ya çend festîvalên navneteweyî da jî hat nîşandan.

Abyar fîlmnameya çar fîlmên bilind ên sînemayî, Tişt ji ya ku hûn li neynikê dibînin, nêziktirî we ne, Şiyar 143, Nefes, Şeva ku meh tam bû û Ebleq nivîsiye.

 

Dora pêncan a Festîvala navneteweyî ya Fîlmçêkerên jin a Izmîra Tirkiyê ji 27ê Sibatê heta 8ê Adarê ji aliyê Lijneya derhênerên jin ên nTirkiyê li bajarê Izmîrê tê lidarxistin.

 

 

Serepeyv