Sibat 26, 2022 20:45 Asia/Tehran
  • Şerê Ukraynê di cîhana werzîşê da: Şêrr bidin rawestandin

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li dinyayê li ser şerê Rusya û Ukraynê gelek tişt hatin gotin. Di qada werzîşê de jî ji duh de gelek reaksiyon hatin.

Napolî-Barselona: Şerî bidin rawestandin

Di pêşbirka Play-offê ya Lîga Ewropayê de Napolî û Barselona hatin hemberî hev. Lîstikvanên her du tîman jî pankarta li ser "Şerî rawestinîn" nivîsandin vekirin.

Shalke 04'ê reklama Gazpromê rakir

Tîma alman Shalke 04 ku li ser formaya wê reklama Gazprom a rûs heye, duh ji ber vî şerî reklama li ser formayê rakir. Tîmê ji ser twittera xwe re ev peyam rakir: "Ji ber bûyerên rojên dawî derketin em nivîsa GAZPROM a li ser formayên xwe radikin."

Manilovsky: Şerî rawestînin

Di heman lîgê de tîma îtalî Atalanta û tîma yewnan Olîmpîakos hatin hemberî hev. Lîstikvanê Atalantayê yê ji Ukraynê Ruslan Malinovsky piştî gol avêt tîşorta ku li ser "Li Ukraynê em şer naxwazin" nivîsandî û li xwe kiribû nîşanî kamerayan da.

Formula 1 a Rusyayê betal bû

Formula 1'ê bi daxuyaniyeke ragihand ku bernameya Formula 1 a Grand Priks a Rusyayê betal kirine. Bi vî awayî îsal li Rusyayê dê formula neyê sazkirin.

Slavia Pragê piştgirî da Ukraynê

Di pêşbirka Play-Offê ya Lîga Konfederasyonê ya Ewropayê de tîma Çekyayê Slavia Pragê tîma Fenerbahçeyê kir mêvan. Berî pêşbirkê dema lîstikvanên Slavia Prag derketin antremana xwegermkirinê tîşortên "Em li cem Ukraynê ne" li xwe kirin.

Lucescu: Ez naxwazim mirovan mesûm bimirin

Teknîk dîrektorê navdar  Mircea Lucescu ku niha Teknîk Dîrektorê Dinamo Kievê ye û hê li welat e peyama "Ez naxwazim mirovên masûm, sivîl û zarok bimirin. Bila gavek zûtir êrîş rawestin, şer raweste. Bila mirov vegerin ser karên xwe, zarok bila biçin dibistanên xwe."

Ji Basketbolê 4 tîm naçin Rusyayê

Ji qada basketbolê tîmên wekî Barcelona, Bayern Münih, Zalgris, Zenit û CSKA Moskova'yê ragihand ku ji bo maçên EuroLeague dê neçin  St. Petersburgê.

Li aliyê din di lîga basketbolê EuroLeague de heta niha ev 3 pêşbirk ji ber şer hatine betalkirin:

Bayern Munih - CSKA Moskova

Baskonia Vitoria - UNICS Kazan

Zenit - Barcelona

Smolov ê rûs bertek nîşan da

Lîstikvanê rûs Fedor Smolov ku li Dînamo Moskovayê dilîze ji ser hesabê xwe yê tora civakî de peyama "Ji şer re na" belav kir.

Zinchenko: Em welatê xwe nadin kesî

Lîstikvanê Manchester City yê ji Ukraynê Oleksandr Zinchenko peyameke wisa belav kir: "Em welatê xwe nadin kesî, em bi paş ve gav navêjin. Welatên medenî ji ber rewşa welatê me xembar in."

Pêşbirka fînalê ji Rusyayê girtin

UEFA'yê pêşbirka fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê ji bajarê Rusya St Petersburgê girt. Li gor bernameyê divê roja 28'ê gulana îsal pêşbirka fînalê li wir bihata lîstin lê ji ber şer ew  der betal kirin. Pêşbirk dê li Fransayê bê lîstin.

Serepeyv