Sibat 26, 2022 20:43 Asia/Tehran
  • Werzişkara bezê ya îranî mîdala zêr a pêşbirkên bezê yên Tirkîyê bi dest xist

Werzişkara bezê ya îranî mîdala zêr a pêşbirkên bezê yên hundurê salonê yên Tirkîyê bi dest xist.

Di roja yekem a pêşbirkên bezê yên hundurê salonê yên qaremanîya Tirkîyê da, Ferzane Fesîhî ji Îranê di çiqa 60 mêtrê da bû qareman.

Perîçêhr Şahî ji tîma Polîmêra Xelîc Farsê jî di çiqa 3 hezar mêtrê da rêkor derbas kir.

Pêşbirkên bezê yên hundurê salonê yên qaremanîya Tirkîyê duh û îro bi pişikdarîya werzikarên ji Îran, Umman, Kuwêyt, Libnan, Sûrîye, tûnis û Iraqê hatin lidarxistin.

Tîmên Çadormêlo ya Erdekanê û Polîmêra Xelîc Farsê ji hêla Îranê va di pêşbirkên bezê yên hundurê salonê yên qaremanîya Tirkîyê da pişikdar bûn. 

Serepeyv