Sibat 20, 2022 15:02 Asia/Tehran
  • Werzişvanê kurd ê 12 salî cara dudan bû Şampiyonê Karate

Kurdekî ji Qazaxistanê yê 12 salî di turnuvaya navneteweyî ya Karate-do ya WKF ya Bişkek Open de bû şampiyon.

Rodîyê Barî Mistefayev di Şampiyona Karate-Do de medala zêrîn wergirt û bû şampiyonê Asya Navîn.

Turnuva 18-20 Sibatê li paytexta Qirqizistanê Bîşkekê bi beşdariya zêdeyî 1000 werzişvanên ji Qirqizistan, Qazaxistan û Uzbekistanê birêve diçe.

Rodî Mistefayev sala 2018 li Portugalê di Şampiyoniya Fermî ya Cîhanê li ser Karate-Do-Şatakan ya beşa Kûmîtê de – an ku di pêşbaziya teka tek de - bûbû Şampiyonê Cîhanê.

Malbata Rûdî beriya 30 salan ji Ermenistanê koç kiriye Qazaxistanê. Niha li paytext Astana dijîn.

Serepeyv