Sibat 13, 2022 13:49 Asia/Tehran
  • Serketiyên Festîvala Fîlman a  “Kurt û Kurmancî” diyar bûn

Festîvala Fîlman a Kurd û Kurmancî bi dawî bû û fîlmên ku bi ser ketin hatin eşkere kirin. “Êdî Bêyî Tirs”, “QWX”, “Hişê Zarok” û “Li Malê” bi ser ketin.

Li gorî nûçeya Diyarname'yê, 1’emîn Festîvala Kurt û Kurmancî par li dar ketibû, fîlmên ku hatibûn şandin ji nav wan neqandineke hatibû kirin û ew fîlm di navbera 10’ê Rêbendanê (Çile) û 10’ê Reşemiyê (Sibat) de bi ser malpera wan re hatin nîşandayîn. Temaşevanan deng dan kurtefîlmên ku hemû yek deqîqeyî bûn.

Heta dawî bi temamî 8.641 deng hatin dayîn. Di encamê de herî zêde fîlmê Ridwan Diharo ê bi navê “Êdî Bêyî Tirs” 2017 deng wergirtin. Fîlm bi Xelata Sînemaya Amûdê hat xelatkirin.

“Xelata Taha Karîmî* dan fîllmê Nurullah Akcan ê bi navê “QWX” ku vî kurtewfîlmî 1949 deng wergirtibûn.

“Xelata Xelîl Dag” dan kurtefîlmê Firat Yavuz ê bi navê “Hişê Zarok* ku kurtefîlmî 1714 deng wergirtin. Û “Xelata Taybet a Kurdistanî” jî dan fîlmê Xelîl Akgul ê bi navê *Li Malê” ku kurtefîlmê 1358 deng wergirtin.

Amadekarên festîvalê sipasiya her kesê kurtefîlm temaşe kirine û deng dane û her wiha sipasiya sponsorên xwe jî kir.

 

Serepeyv