Kapa Gelên Afrîqayê; Sênêgalê li Misrê bir û bû qareman
Sibat 07, 2022 08:09 Asia/Tehran
Tîma futbolê ya Sênêgalê karî li tîma Misrê bibe û jibo cara yekem bibe qaremana Kapa Gelên Afrîqayê.
Pêşbirka fînalê ya Kapa Gelên Afrîqa-2021ê şeva buhurî di navbera tîmên futbolê yên Sênêgal û Misrê da li werzişgeha Olimbê hat lidarxistin û tîma Sênêgalê karî bi pênaltîyan 4-2 li Misrê bibe û jibo cara yekem bibe qaremana Kapa Gelên Afrîqayê.
Tîma Misrê berî vîya karîbû 7 caran bibe qaremana vê kapê.
Di pêşbirka rêzebendîyê da jî tîma Kamêronê bi pênaltîyan li tîma Bûrkînafasoyê bir ta ku mazûvana pêşbirkan di rêza sêyem da cî bigire.