Sibat 03, 2022 17:35 Asia/Tehran
  • Li Hewramanê merasima 'Pîr Şalyar' destpê kir

Li Hewramana Text merasima Pîr Şalyar destpê kir ku merasima herî giring a olî-kulturî ya xelkê Hewramanê ku her sal di yekemîn çarşemba nîvê duyem a meha duyem a zivistanê destpê dike û bo dema çend rojan didome. Îsal jî wek salên berê bi sedan kes di merasima Pîr Şalyar de beşdar bûn.

 

 

 

Hewramana Text her sal mêvandariya du merasiman dike ku yek ji wan di naverasta demsala zivistanê de ye û bi ahenga Pîr Şalyar tê nasîn û ya din jî di naverasta demsala biharê de ye û bi Komsay tê nasîn.

Ahenga Pîr Şalyar her sal di çarşema yekem a nîvê duyem a meha duyem a zivistanê de birêve diçe.

Merasima Pîr Şalyar merasimeke kevn a kurdewarî ye ku li devera Hewramanê birêve diçe.

Ji ber merasîma Pîr Şalyar, her sal gelek geştyar ji navçeyên curbicur ên kurdnişîn, Îranê û welatên cîhanê serdana Hewramanê dikin.

Merasim êvara roja Sêşembê bi kevneşopiya “Kote Kote”ji aliye zarokan ve dest pê dike.