Çile 30, 2022 10:07 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Amed Sporê bersiva hat û çûyîna madî da

12'yê vê mehê ji bo piştgiriya aborî ya Amed Sporê şeva piştgiriyê hatibû lidarxistin. Li ser tora civakî dihat îdîakirin ku bi mîlyonan pere hatine komkirin û çima transfer nayên kirin. Sê roj beriya niha rêveberiya Amed Sporê bi ser hesabên xwe yên tora civakî re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Rêveberî di daxuyaniyê de dibêje ku bi qasî em li bendê bûn me pere kom nekirin. Li gor daxuyaniyê niha bi lezgînî pêdivî bi pereyan heye ku heqê lîstikvanan ê ji bo her pêşbirkê ew bidin, heqdestê xebatkar û pêdiviyên sereke yên klûbê ew çareser bikin, ji bo têra van yekan bike jî di vê şevê de wan pere nedaye hev.

Rêveberiya Amed Sporê wisa dom kir, "Salane butçeya lêçûyînên klûbê 16 mîlyon TL ye û ev butçe bi alîkariyan û bi piştgiriya endamên lijneya rêveberiyê tê helkirin. Alîgirên me ji me dixwazin em transferan bikin. Ji bo ev rê vebe divê em 600 hezar TL (pereyên em ji bo Sinan Akaydin û Oguzhan Ozturk bidin) razînin, dîsa ji bo qele, sehaya navîn, kêlek û aliyê santraforê gere em transfer bikin ku dema em van bidin ser hev pêdivî bi mîlyon û 400 hezar TL heye."

Klûbê gotiye ku heta dawiya vê serdemê em lêçûyînê din (lêçûyênên çûyîna deplasmanê, xwarin, tenduristî, elektrîk, av, gaza xwezayî, çûn û hatin û hwd) jî bidin ber çavan pêdivî bi gelek pereyan heye û wisa gotiye: "Bila bê zanîn ku em wekî rêveberî ji bo dîtina çavkaniyê bi şev û roj dixebitin. Klûba me ku tu hatineke me ya herdaîmî nîn e jî dîsa me heqdestê lîstikvanên Tîma A, Tîma Jinan û Tîma Basketbolê ya Neastengbar daye û me prîmên wan razandine."

Rêveberiya Klûbê dibêje ku li ser tora civakî dibêjin 'Bi mîlyonan pere hatiye komkirin', 'bi pereyên hatine komkirin çima transfer nayê kirin?' û ev yek lê zêde kiriye, "Sûcdarkirina rêveberiya me nayê qebûlkirin. Em wekî rêveberiya klûbê ji roja roj de li gor rewşa aboriyê çi ji desta me tê, heta ji me hatiye me ya herî baş kiriye. Em dixwazin bibêjin ku heta çavkaniya aborî saz nebe ji bo klûb bikeve bin deyn em gavan navêjin."

Serepeyv