Çile 29, 2022 09:41 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya fûtsal a keçên Îranê li turnuvaya Kafayê

Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê ku beşdarî turnuvaya Kafayê bûbû, karîbû bi desthilatdarî bigihêje vê dewra pêşbirkan.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNA`yê, Pêşbirkên Futsala Kafa ya Jinan a sala 2022`an bi hevrikiya tîmên Îran û Tacîkistanê li pêşbirka fînalê bi dawî hat û di vê pêşbirkê da tîma neteweyî ya Îranê bi encama 9-0 bi ser ket û bû şampiyona vê pêşbirkê.

Golên Îranê Nesteren Muqîmî, Firêşteh Kerîmî (3 gol), Sara Şîrbeîgî (2 gol), Nesa Ahadî, Seher Papî û Mehsa Elî Mededî tomar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê turnuvayê de Zehra Rehîmî, Nesîm Kiyanî Muqedem wek hakim û Fîroze Dêhqan wek alîkara hakim amade bûn.

Serepeyv