Çile 27, 2022 20:10 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê bi iqtidar derbasî Kupa Cîhanî ya Qeterê bû

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê vê şevê ji Iraqê bir û bi iqtidar derbasî Kupa Cîhanî ya Qeterê bû.

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê roja Pêncşemiyê di pêşbirka xwe ya heftem di qonaxa dawiyê ya pêşbirkên seretayî yên Kupa cîhanî ya 2022an a Qeterê çû pêşberî tîma Iraqê û bi encama 1-0 jê bir.

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê bi vê encama hilkişiyana xwe ya herî bilez bo Kupa Cîhanî ya Fûtbalê bi dest xist.

Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê bi rahêneriya teknîk dîrektor Dragan Skoçîç (Dragan Skočić) di 14 pêşbirkên dawîn da 13 caran bir û carekê encama beranber bi dest xist û di dawiyê da, di roja ku jin û malbat jî di werzîşgehê da bûn, destûra beşdariya di Kupa cîhanî ya Qeterê da bi dest xist.

Îran bi vê serketinê bû 19 puenî û di serê cedwela rêzebendiyê da ma û Iraq jî bi çar puenên berê, di cîgeha pêncan a koma A da ma.

 

 

Serepeyv