Çile 27, 2022 16:18 Asia/Tehran
  •   Li Qersê Rêberên turîstan ên Ûris werzîşa cirîdê temaşe kir

Li Selîma navçeya Qersê gundiyan li ser berfê bi hespan va cirîd lîstin, rêberên Ûris jî ew temaşe kir.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Cirîd bi sed salan e li welêt tê lîstin ku li Selîma navçeya Qersê jî piştî berf barî ji bo gundiyan bû sedema şahiyê.

Rêberên turîstan (Tûrlîder) ên Ûris hatin Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê paşê çûn Kekeça gundê li ser navçeya Selîmê û li wir temaşeya gundiyên ku bi hespan va li ser berfê cirîdê dilîzin kirin.

Rêberên turîstan bi kelecan temaşeya gundiyan kirin û çepik lê dan.

Rêber Selvî Bayramovayê ji rojnamevanan ra got ew 15 sal berê hatiye Qersê û wiha axivî: "Me lîstika cirîdê pir eciband, ez pir kêfxweş bûm. Hewa niha ne pir sar e, lê hişkahî heye. Turîst bila zivistanê bên vê derê. Me nanpêjiya di tendûrê da temaşe kir, me kartolên bi rûnê nivîşkê hatiye çêkirin xwar."

Serokê Yekîtiya Turîzmê ya Qersê Halît Ozer jî got rêberên turîst Qers gelekî hez kir û wiha axivî: "Ûris eleqeyeke mezin nîşanî Qers û herêmê didin. Em li vir mazûvaniya rêberan dikin û em ê hewl bidin turîstên din ên Ûris jî bên."

Rêberê turîstan Çîgdem Zehra Duger jî got rêberan cirîd bi kelecan temaşe kirine û got ew her kesî vedixwînin vir.

 

Serepeyv