Çile 27, 2022 16:04 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên navneteweyî yên Bedmîntona Fecrê dê bi beşdariya 15 welatan li Şîrazê werin lidarxistin

Serokê Federasiyona Bedmîntonê ya Îranê got: 15 welatan amadetiya xwe ji bo beşdariya di dora sîyem a Pêşbirkên navneteweyî yên Bedmîntona Fecrê li Şîrazê ragihandiye.

Muhemedreza Pûrya roja Pêncşemiyê di hevpeyivîna di gel IRNAyê da li kêleka kampa Tîma neteweyî ya Bedmîntona Îranê li Simnanê got: Tîmine bihêz ji 15 welatan bi lîstikvanên xwedan cîgehên bin 100 yên cîhanê dê ji 8 heta 12ê Sibata 2022an beşdarî Pêşbirkên navneteweyî yên Bedmîntona Fecrê li Şîrazê bibin û welatên Endonizya, Malezya û Hindê dê bi endamên xwe yên sereke beşdar bibin.

 

Wî got: Rûsiye, Beljîka, Bugaristan, Slowakî, Ukrayn, Iraq, Ermenistan, Komara Azerbaycanê, Endonizya, Hind, Malezya ji wan 15 welatan in ku dê beşdarî Pêşbirkên navneteweyî yên Bedmîntona Fecrê li Şîrazê bibin.

 

Serepeyv