Çile 26, 2022 10:11 Asia/Tehran
  • Di pêşbirka Kamerûn û Komoran de 8 kes mirin

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Niha pêşbirkên Kûpaya Neteweyên Afrîkayê didomin. pêşbirka Kamerûn û Komoran (Comoros) li Stada Olembe ya Yaounde ya Kamerûnê bû. Di kûpayê de pêşbirka nîv fînalê dê bihata lîstin hebû. Ji nişke ve îzdîham çêbû û di encamê de 8 kes di bin lingan de eciqîn û mirin.

Çima îzdîham çêbû, hê nayê zanîn, lê di encamê de 38 kes jî birîndar bûne û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Messa ya Yaoundayê.

Hin şahidan gotiye ku temaşevan li ber deriyê stadê hatine ba hev, xwestine bikevin hundir lê rayedaran derî venekirine û bûyer bi vî awayî çêbûne.

Li stadê cihê 60 hezar kesî heye, lê ji ber pandemiyê sedî 80 temaşevan girtine hundir.
 

Serepeyv