Çile 25, 2022 16:24 Asia/Tehran
  • Îranê di Komîsiyona Daweran a Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê de cih girt

Hêjayî gotinê ye ku daweriya Îranê piştî çend salan, di komîsyona daweran a Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê de kursiyek bi dest xist da ku hejmara kursiyên cîhanî yên Guleştê ya Komara Îslamî ya Îranê bigihêje 10 kursiyan.

Li gorî rapora IRNA`yê, Guleşta Komara Îslamî ya Îranê bi saya şêwirîn û şopandinên ji aliyê Federasyona Îranê ve, bû xwediyê 10 kursiyan di komîsyon û komîteyên curbicur ên Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê de.

“Mihemed Mûselayîpûr” Serokê Komîsyona Dawerên Guleşta Îranê piştî nemir Mehdî Xalîdî wek endamê Komîsyona Dawerên Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê hat hilbijartin.

Her wiha Babek Şadegan pizîşkê Îranî yê ku li Kanadayê dijî, jî careke din wek serokê komîsyona pizîşkî hat hilbijartin.